
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahiyan parve kir:
“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed:
20’ê gulanê di saet 19:10’ê şevê de li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyek kirine. Dagirkerên li deverê bi serketî li wan hatiye dayîn.
20’ê gulanê saet 23:30’î hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola ÎHA ya dewleta tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatine kirin. Hedefên hatibûn diyarkirin bi îsabet hatin lêdan û çalakî serketî pêk hatiye.
Pêngava Cenga Şoreşgerî ya Xabûrê:
20’ê gulanê saet 15:30’î dagirekerên li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Boxaza Orê ya li herêma Metînayê ketin nav liv û tevgerê. Dagirkerên ketin tevgerê destpêkê hatin kontrolkirin, piştre jî bi rêbaza sabotajê 2 caran hatin hedefkirin û çalakî serketî pêk hatine. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe yên balafirên şer û helîkopteran ên li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin.
Di vê çarçoveyê de;
19’ê gulanê saet 12:30’î balafirên şer bombe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandin.
20’ê gulanê saet 21:30-22:30’î bi helîkopterên Skorskyî leşker danîne Girê Şehîd Serxwebûn ê li Herêma Zapê. Heman demê hekîkopteran bombe li Cîloyê Biçûk û Tîpa T jî barandin. Di van bomberdûmanan de şewat li herêmê derket û hê jî şewat dewam dike.
Di van bomberdûmanan de tu ziyan negihiştiye hêzên me.” BEHDÎNAN




