Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Salı - 24 Kasım 2026

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Fîlm Production biryar girtin ku ew ê bi hev re ‘Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî’ li dar bixin. Mîhrîcana ku dê cara ewil were lidarxistin bi daxuyaniyekê çarçove û naveroka mîhrîcanê diyar kir

Navenda Nûçeyan |

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Fîlm Production biryar girtin ku ew ê bi hev re ‘Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî’ li dar bixin û ji bo mîhrîcanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê hat gotin ku fîlmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin yanî kurt û kurmancî bin. Her wiha ji bo festîvalê mijara ‘Zimanê Kurdî’ jî wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara fîlmên îsal derbarê zimanê kurdî de bin.

Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî ji bo îsal dê sê xelatên tematîk û xelata taybet a kurdistanî jî belav bike. Li gel xelatan dê ji bo her sê fîlmên pêşî, ji bo her yek ji wan 250 euro belav bike.

Navê xelatan wiha ne; “Xelata Sîmemaya Amûdê, Xelata Taha Xelîl, Xelata Xelîl Dag, Xelata taybet a Kurdistanî.” Serlêdanên ji bo festîvalê di 21’ê gulanê de dest pê kir û heya 22’yê tebaxê dê berdewam bikin.

Daxuyaniya derbarê mîhrîcanê de wiha ye:

“Dirêj bêje lê kin bibire!

Beriya ku mirov bikevin du çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye.

Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi rêya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ew e ku ev kes xem û derdên xwe bi rêya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk ê sînemayî ava bike.

Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengiyê ne!

Bêguman bi rêya teknolojiyê û alavên wek telefonê girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikare derdê xwe bi rêya dîtbariyê vebêje. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ew e ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.

Li gor rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal dê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin. Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewherek kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek ‘Zimanê Kurdî’ diyar kiriye. Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ew e ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.

Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin. Ji nav van fîlman em ê 3 fîlmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van fîlman.

Ji lewre,

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin. Kurt û kurmancî fîlmekî 1 deqeyî çêkin û ji me re rêkin!”

Fîlm dikarin ji bo malperên sinemayakurdi.net (sinemayakurdi.com) û Tor Film Production werin şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar