Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Çarşamba - 25 Kasım 2026

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Ji hezar û 138 kesayetan bang: Dijî dagirkeriyê dema seferberiyê ye

Platforma Dij Dagirkeriyê di daxuyaniya xwe de got ku dema wê ye ku êdî li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker seferberî were ragihandin û bang li kurdan kir ku bibin xwedî helwesta neteweyî

Navenda Nûçeyan |

Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hezar û 138 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û kesayetên ku di bin sîwane Platforma Li Dijî Dagirkeriyê de kom bûne, li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk daxuyanî dan û bang kirin.

Daxuyanî li ser navê Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê (PLD) ji aliyê Ahmet Yildirim, Azîz Mamlê, Besê Shamarî, Dr. Ariya Fatimê, Dr. Wirya Qeredaxî, Dr. Zerdeşt Haco, Fehîm Işik, Hêmin Kurdaxî, Sîbel Yîgîtalp ve hat dayîn û li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bang kirin.

Daxuyaniya ku bi rêya Zoomê hat dayîn wiha ye:

“Dewleta tirk ku rejîma faşîst a AKP-MHP birêve dibe, piştî gelek plan û hevdîtinan 24.02.2021’an êrîş anî ser başûrê welatê me, ser Zap, Avaşîn û Metînayê. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan aşkera ye; dagirkirina başûrê Kurdistanê û qirkirin!

Dewleta tirk bi nêzîkatiyeke barbarî bi hêrs û dijminatiyê êrîşê bi ser gelê me de tîne. Jin, zarok, îxtiyar û nexweşên kurd dike hedef. Hêzen ku bi vî şerî armanc dike gundên me vala bike, qadên jiyanê yên welatê me tune bike, bi tang û topan û balafirên şer êrîşê bi ser xaka me, çiyayên me de tîne, daristanê me dişewitîne, talan dike, ava çemê Dîcle û Firat qut dike û zor li gelê me dike ku koç bikin, dixwaze Kurdistanê ji kurdan vala bike.

Dewleta tirk bi van êrîşan hemû yasayên navneteweyî binpê dike. Bi rengekî bêhed sînorên ku cografyaya ji hev vediqetîne dibezîne û êrîşê dibe xaka gelên din. Di şer de çekên kimyewî bi kar tîne. Bi dronoyên kujer mirov û siyasetmedarên kurd dikuje. Daristanên dîrokî yên herêma Behdînanê, zeytûnên Efrînê tune dike û difiroşe. Li dijî yasayên navneteweyî ava çemê Dîcle û Firatê li dijî gelê me weke çekek bi kar tîne. Demografiya Efrînê diguherîne, çeteyên DAIŞ’ê ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê anîne li başûrê Kurdistanê bi cih dike. Sûcên şer ên dewleta tirk mirov bi hejmartinê nikare xilas bike.

Divê seferberi were ragihandin

Dema wê ye ku li dijî van êrîşên dewleta tirk seferberî were ragihandin. Ev şerê ku ev ji sê mehan zêdetir e didome hê jî li qadên weke Zap, Avaşîn û Metînayê bi rengekî tund didome û armanca sereke ya vî şerî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Dagirkeriya Kurdistanê ne ku tenê ji bo kurdan gefxwarinek e. Ev êrîş gefê li gelên ermen, asûr sûryan, keldan, ereb, tirkmen û gelên din jî dixwe.

Di rewşeke wiha de ku dewleta tirk van êrîşên xwe pêk tîne ji bo ku berjendiyên xwe yên dîpolomatîk, siyasî û aborî di şerê dijî kurdan û Kurdistanê de bi ser bixin pêşkeşî dewletên din bikin jî, dawiyê bêdengiya dewletên din tê maneya hevkariya li vî sûcî. Di serî de NY, NATO, Yekitiya Dewletên Ereb, Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê ji van êrîşan berpirs in. Hêzên navborî ji bo ku dawî li helwesta dewleta tirk were ku qanûnên navneteweyî binpê dike bêyî ku bi derengî bixin divê hewl bidin. Heta ku ev bêdengiya wan bidome, ev dewleta ku dijminatiyê li gelê Kurdistanê dike vê bêdengiyê wê weke destekekê ji bo xwe bibîne.

Fikar û tirsa ji ber şer giran e. Weke ku tê zanîn tam 24’ê Nîsanê, ango di salvegera Qirkirina Ermenan de ev êrîş da destpêkirin. Peyam aşkera ye; çawa ku 24’ê Nîsana 1915’an ermenî qir kirin, em ê kurdan jî wiha qir bikin.

Banga helwesta hevpar

Di rewşeke wiha de ku krîz giran bûye, em kesên ku wek bang imze kirine, bang li hemû kurdan dikin ku li dijî ‘lîstikên dijmin ên li ser neteweya me ‘ rabin û bibin xwedî helwesteke hevpar.

Bila dost jî dijmin jî zanibin em kurd jî weke mirovên li herêmên din ên cîhanê, helbet xwedî bawerî û nerînên cuda ne.  Lê dema ku mijar parastina xake me ya pîroz be em hemû yek in.

Ji ber vê em banga yekbûnê li gelê xwe dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar