Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 24 Kasım 2026

‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin’

Li gor daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di meha hezîranê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 23 jin jî bi awayek guman kuştî hatin dîtin. Her roj jin tên kuştin û tundiyên dijwar li wan tên kirin.  Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û endama Navenda Mafê Jinan parêzer Perîhan Çagirişim Kayadelen tundî û qetilkirina jinan nirxand.

Kayadelen diyar kir ku ji meha çile heta meha adarê 157 jinan li dijî êrîşên derûnî, zaneydnî û tundiya fîzîkî serî li wan daye û di pêvajoya koronayê de jî li ser telefonê xizmetê ji bo 60 jinan kiriye û wan ji meha çile heta tîrmehê piştevaniya 250 jinên ku êrîşên zayendî û derûnî û tundiya fîzîkî li wan bûye kirine.

Kayadelen da zanîn ku bi îmzekirina Peymana Stenbolê re neheqiya tahrik û kêmkirina halê baş kêmbûn çêbûye û di gelek dosyeyan de neheqiya tahrîkê ji bo gelek dosyeyan nehatiye sepandin û anî ziman ku ji ber ku qatil cezayên pêwîst nagirin komkujiyên jinan zêde bûne û wiha domand: “Çimkî kiryar ango qatil kuştin û tundiyê ji hev fêr dibin û bi aqilek hevpar tevdigerin. Di demên dawî her ku diçe kuştina jinan bi awayek hovane pêk tê. Pêwîst e dewlet bi polîtîkayek giştî hilberîne û pêşî li kuştinê bigire.”

Her wiha Kayadelen bal kişand ser Yasaya Jimara 6284 û Peymana Stenbolê û got ku dixwazin bi betalkirina vê yasayê û Peymana Stenbolê rê hin bêtir li ber kuştin, tundî û êrîşên zayendî yên li dijî jinan û zarokan vekin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar