Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 22 Kasım 2026

Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok

Malperek nû ya bi navê ‘Gumgumok’ a danûstandina bi kurdî vebû. Ev malpera danûstandina cil û bergan a bi kurdî ye. Malpera Gumgumok diyar kiriye ku ew di cîhanê de yekemîn malpera danûstandinê ya bi kurdî ne.

Malper li ser înternetê cil û bergan û gelek tiştên din difiroşe mişteriyan. Di malperê de cil û berg û pêlavên jin, zarok û zilaman, xişr û kozmetîk, cilên Amedsporê, çente, pirtûk, amûrên muzîkê, tabloya kanvas, piyala kûpa, çenteyê paçîn, balîfa çarçik û saet tên firotin.

Malper li gorî kategoriyan hatiye dîzyankirin û di serî de xizmetên bi kurdî her wiha bi tirkî û îngîlîzî jî hene. Di beşa kurdî de her cûre naveroka malperê bi kurdî hatiye nivîsandin.

Li ser tîşortên zarokan wêneyên sewalan û nivîsên cûrbicûr hatine xêzkirin û nivîsandin. Her wiha remza Zarok TV jî li ser tîşortên zarokan hatiye nivîsandin.

Li ser tîşortên jin û zilaman jî wêneyên hunermend û dengbêjên kurd, wêjekarên kurd hatine xêzkirin û nivîsandin. Li ser tîşortên jin û zilaman wêneyên hunermendên wek Şivan Perwer, Aram Tîgran, Ciwan Haco, Eyşe Şan, Karabêtê Xaço, Mihemed Arifê Cîzrawî, Şakiro, Mihemed Şêxo, Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, zanyar û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), zimanzan û wêjevanê kurd Celadet Elî Bedirxan hatine çêkirin.

Her wiha tîşortên ku nivîsên cûr bi cûr ên balkêş li ser wan hatine nivîsandin jî hene.

Erzanî heye

Nav û bihayê hemû hilberînan yek bi yek bi kurdî li binî wan hatiye nivîsandin. Bihayê her cûre berekên di malperê de kêmkirî tên firotin û kesên bi ser 100 TL’yî de danûstandinê bike jî heqê kargoyê ji kîsê Gumgumokê ango malperê ye.

Kesên ku bixwazin danûstandinê bikin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihîninê: https://gumgumok.com/ku  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar