
Kooperatîfa Jinan a Pulurê ya dibin banê Şaredariya Pulurê ya Dêrsimê de xebatên xwe bi rêve dibe, atolyeya muzikê ya bi navê ‘Jin di xwezayê de ne’ ji bo 4 rojan li dar xist. Di atolyeya pêr li ber peravên Mûnzûrê dest pê kir de, dersên weke enstrumanên erbanê, saz û gitarê ji bo 50 jinan tê dayîn. Jinan diyar kir ku bi armanca ‘Jin jiyan e û parçeyekê xwezayê ne’ bi taybetî jî di nava xwezayê de xwestin perwerdê bidin. Jinan anîn ziman ku ev destpêka xebata wan e û dan zanîn ku ew ê di demên pêş de jî xebatên xwe yên çand û hunerê û perwerdên parastina cewherî bidomînin.
Endama Kooperatîfa Jinan a Pulurê Nurgul Ersoy Uc diyar kir ku kooperatîf di sala 2019’an de hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Niha 70 endamên kooperatîfê hene. Kooperatîfa me hilberînên xwe disperê axê. Di heman demê de, em xebatên weke çand, huner û sporê bi rêve dibin û bi rêxistin dikin. Li herêmê, ji bo jinan şert û mercên neyînî hene. Ji ber pêvajoya pandemiyê, jin neçar man ku di malê bimînin. Ji ber vê me xwest di xwezayê de atolyeya muzikê li dar bixin. Em difikirin ku jin dikarin di her qada jiyanê de cih bigirin û her qadê bi rêve bibin. Huner bi jinê watedar dibe. Ji ber vê me jî xwest em ji qadên çand, huner û muzîkê dest pê bikin.”
‘Armanca me ya bingehîn bihêzkirina jinan e’
Uc bal kişand ser bernameya xwe ya 4 rojan ku dê dewam bike û wiha got: “Di dewama xebatê de, em dixwazin koroya jin û zarokan ava bikin. Em armanc dikin ku rêbazên parastina cewherî bi jinan bidin fêr kirin. Ji bo ku jin karibin li dijî tundiyê xwe biparêzin. Jin jî di nava vê jiyanê de hene. Armanca me ya bingehîn bihêzklirina jinan e.”
‘Jin dixwazin tiştên nû fêr dibin’
Zelal Sûngûr a di atolyeyê de perwerdeay erbanê dide jî dest nîşan kir ku ji bo fêrî erbanê bibe, gelek ketiye nava hewldanan û wiha axivî: “Min pir dixwest hîn bibim û hînbûyîna xwe fêrî her kesî bikim. Ez pir keyfxweş bûm ku beşdarî xebatên atolyayê bûm. Jinên li çolteran dijîn, mixabin ji hunerê dûr in. Ew nikarin xwe bigihînin me, lê em bi awayekê pir rehet dikarin xwe bigihînin wan. Ji ber vê me xwe gihand wan. Em ê 4 rojên xwe bi hevre derbas bikin. Jin dixwazin fêrî tiştên nû bibin û ji aliyekê hunerê bigirin. Bi taybetî me xwest vê atolyeya xwe di nava xwezayê de li dar bixin. Muzîka ku ji xwezayê qût, mehkumê mirinê ye. Ger em li ser erdnîgariyek wiha û li ber peravên avek wiha vî karî nekin, wê demê em li ku derê bikin? Em difikirin ku ev xebata me dê li vê derê baştir derbas bibe” DÊRSIM




