Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 25 Kasım 2026

Girtiyê 76 salî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Hat îdiakirin ku Bahattîn Kardaş ê 76 salî ku li Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Amedê dima, di 9’e îlonê de di odeya yekkesî de dima ji aliyê gardiyanan ve mirî hat dîtin. Malbata Kardaş diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku Kardaş di derenceyan de ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Piştî ku rêveberiya girtîgehê malbat agahdar kir, malbat ji navçeya Elcawaza Bedlîsê hat Amedê. Piştî ku otopsiya cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî hat kirin di 9’ê îlonê de di saetên êvarê de cenaze girt û çûn navçeya Xelatê ya Bedlîsê. Piştî ku wecibeyên olî pêk anîn di heman rojê de cenazeyê Kardaş li Goristana Abdurrahman Gazî a Xelatê hat veşartin.

Malbata Kardaş anî ziman ku di 7’ê îlonê de bi telefonê bi Onder Kardaş re axivîne. Kardaş diyar kiriye ku dema ew bi Bahattîn Kardaş re axivîye, Bahattîn Kardaş jê re gotiye şertên girtîgehê nebaş in, zehmetiyê dikişîne, av sar e û xwarin nayên xwarin.

Malbatê diyar kir ku Bahattîn Kardaş beriya 18 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi Abîdîn (42), Onder (35), Tuncer (41), Serhat (26), Ferhat (22) û Sînan Kardaş ê 19 salî re şandine Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Amedê.

Çi qewimî bû

Di 26’ê gulanê de di navbera malbata Kardaş û Erçetîn de li gundê Arîn a girêdayî navçeya Elcawaza Bedlîsê şer derketibû û di vî şerî de Suleyman Kardaş jiyana xwe ji dest dabû û 2 jê giran 4 kes birîndar bibûn. Bahattîn Kardaş ê 76 salî û ji heman malbatê Abîdîn (42), Onder (35), Tuncer (41), Serhat (26), Ferhat (22) û Sînan (19) hatibûn girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar