
Li gor daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di meha hezîranê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 23 jin jî bi awayek guman kuştî hatin dîtin. Her roj jin tên kuştin û tundiyên dijwar li wan tên kirin. Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û endama Navenda Mafê Jinan parêzer Perîhan Çagirişim Kayadelen tundî û qetilkirina jinan nirxand.
Kayadelen diyar kir ku ji meha çile heta meha adarê 157 jinan li dijî êrîşên derûnî, zaneydnî û tundiya fîzîkî serî li wan daye û di pêvajoya koronayê de jî li ser telefonê xizmetê ji bo 60 jinan kiriye û wan ji meha çile heta tîrmehê piştevaniya 250 jinên ku êrîşên zayendî û derûnî û tundiya fîzîkî li wan bûye kirine.

Kayadelen da zanîn ku bi îmzekirina Peymana Stenbolê re neheqiya tahrik û kêmkirina halê baş kêmbûn çêbûye û di gelek dosyeyan de neheqiya tahrîkê ji bo gelek dosyeyan nehatiye sepandin û anî ziman ku ji ber ku qatil cezayên pêwîst nagirin komkujiyên jinan zêde bûne û wiha domand: “Çimkî kiryar ango qatil kuştin û tundiyê ji hev fêr dibin û bi aqilek hevpar tevdigerin. Di demên dawî her ku diçe kuştina jinan bi awayek hovane pêk tê. Pêwîst e dewlet bi polîtîkayek giştî hilberîne û pêşî li kuştinê bigire.”
Her wiha Kayadelen bal kişand ser Yasaya Jimara 6284 û Peymana Stenbolê û got ku dixwazin bi betalkirina vê yasayê û Peymana Stenbolê rê hin bêtir li ber kuştin, tundî û êrîşên zayendî yên li dijî jinan û zarokan vekin. ÎZMÎR




