
Bi pêşengtiya Rêxistina Ciwanên Welatparêz roja 13’ê îlonê saet di 17:30’an de li Cadeya Salim a Silêmaniyê meşek girseyî li dijî êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û zextên PDK’ê yên li ser girtiyên Behdînanê bê lidarxistin.
Meş dê di bin dirûşmên ‘Ji zext û xiyaneta PDK’ê re êdî bes e’, ‘Dê ciwan bibin hêza piştgiriya gerîla û girtiyên Behdînanê’ de were lidarixistin.
Rêxistina Ciwanên Welatparêz daxwaz ji hemû xelkê başûrê Kurdistanê kirin ku wek erkekî neteweyî tev li meşê bibin. SILÊMANÎ




