
Navenda Nûçeyan |
Yekitiya Gelên Meksîkayê bi peyamekî piştgiriya xwe ji bo endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve dîl hatine girtin, ragihand û binçavkirina çalakvanên jin şermezar kir.
Di peyama Yekitiya Gelên Meksîkayê de ev tişt têgotin:
“Em weke Yekitiya Gelên Meksîkayê, li gel têkoşîna hevalên Tevgera Jinên Kurdistanê ne, li dijî her êrîşek li ser jinên kurd û gelê kurd dengê xwe bilind dikin.
Di encama têkoşînê de em bûne weke xwişk û bira. Ji ber vê em dibêjin, ger êrîş li ser yek ji me çêbibe, em ê hemû bihevre bersivê bidin. Em weke gelê Nauas ên herêma Cholulecayê têkoşîna gelê kurd û bi taybet jî jinên kurd ji bo xwe nimûne digirin, ji bo em Ii ber xwe bidin û parastina jiyana xwe bikin, dibe çavkaniya hêz. Dizanin ku ji bo em dijminê xwe yê hevbeş sîstema kapîtalîst a baviksalar têk bibin, mesafe asteng nîne.
Em siyaseta Hikûmeta Kurdistana Iraqê ya bi berpirsyariya Barzanî ku bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê dijî jinên ji bo jiyanê têdikoşin şermezar û red dikin.
Em weke Mala Gelan a Cuanalá, Juan C. Bonilla, Puebla, México banga serbest berdana lezgîn a hevala Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Edbuldaqî û Seyran Ehmed Hesen a ji aliyê PDK’ê ve ku bihevkariya Tirkiye û Amerîkayê kiriye, dikin.
Divê were zanîn, em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin û têkoşîna wan têkoşîna me ye.”
Peyam bi dirûşmên ‘Têkoşîna me ji bo jiyanê ye’, ‘Azadî ji bo hevalên kurd’ û ‘Her bijî têkoşîna gelên Nahuas û gelê kurd’ bi dawî bû.




